• Thursday, 16 May 2024
logo

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê dike
Li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê 9.Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike. Festîvala ku dê tê de 40 fîlm bên nimayîşkirin, ji 1ê Tebaxê heta 9ê Tebaxê dê dewam bike.



Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ku îsal 9mîn car e tê lidarxistin, dê bi fîlmê Girls of The Sun (Keçên Rojê) ya derhênerê fransî Eva Husson, dest pê bike.



Di wê festîvala ku dê 9 rojan berdewam bike, 40 fîlmên metrajên kurt û dirêj dê bên nîşandan. Fîlmê Commander Arian (Fermandar Arîan) ê derhêner Alba Storra, fîlmê Dîstan ê ku derhêneriya wî Leyla Toprak dike û fîlmê Zagros ê derhêner Sahim Omar Khalifa di nav wan fîlmên dê bên nimayîşkirin de ne.



Hemû film dê li holên sînemayê yên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme 35ê bên nîşandan.



Di festîvalê de jibilî fîlmên derhênerên Kurd, fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê û herwiha fîlmên Kurdî-Almanî yên zarokan jî dê cih bigirin.



Di çarçova festîvalê de semîner û civînên li ser sînemayê jî dê bên sazkirin.


Rudaw
Top