• Thursday, 16 May 2024
logo

Fîlma Kurdî ya Peykerê Dil rekor şikand

Fîlma Kurdî ya Peykerê Dil rekor şikand
Fîlma sînemayî Peykerê Dil ji 55 hezar temaşevanan derbas kir û bû fîlma sînemayî ya Kurdî ku herî zêde hatiye temaşekirin.



Produserê Fîlma Peykerê Dil, Bahoz Nesredîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji roja 4ê Hezîrana 2019an ku pêşandana fîlma Peykerê Dil dest pê kir, heta niha zêdetirî 55 hezar kesan temaşe kirine.



Bahoz Nesredîn diyar kir ku ji fîlmên Kurdî yên berê, tenê fîlma "Şîrîn" 48 hezar temaşevanên wê hebûn, "Ti fîlmeke sînemayî ya Kurdî weke Peykerê Dil temaşevanên wê çênebûne".



Nesrîn bal kişande ser wê yekê ku pêşwaziyeke germ li fîlma Peykerê Dil tê kirin, heta niha gelek temaşevanên wê hene û rojane zêdetirî hezar kes fîlmê temaşe dikin.



Peykerê Dil fîlmeke romantîk û komedî ye, her yek ji hunermendên Helwêst Mihemed, Nizar Selamî, Narîn Alan û Rêşan Hemo rola sereke têde dilîzin, fîlm li Silêmaniyê hat kişandin.



Peykerê Dil berhema kompaniya Metronom û Kam Production e, dema fîlmê 108 xulek e, piraniya stranên ku di fîlmê de hatine gotin, ji awazên hunermend Ziyad Esed in.



Roja 2yê Hezîrana 2019an stêrkên fîlma Peykerê Dil li Silêmaniyê çûn ser mafûrê sor û fîlm yekem car bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê hat pêşandan.

Rudaw
Top