Jiyana Alan Kurdî dibe film
Jiyana Alan Kurdî ew zarokî ji Rojavayê Kurdistanê ku di rêya koçberiyê de li Derya Egeyê de xenqîbû dibe film. Li navçeya Bodrum a Muglayê ya Tirkiyê tomakirina dîmenên fîlmê dest pê kir.
Omer Sarikaya yê bi fîlmên bi navên Îslamfobî, Meleka Bêdeng û Feryada Bêdeng tê naskirin derhêneriya fîlmê lixwe girtiye.
Di fîlma ku behsa çîroka koçberiya Alan Kurdî û malbata wî dike de lîstikvanê Hollywoodê Steven Seagal, Alî Sabrî Belaid û Aydan çakir rol wergirtine.
Komek koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di 2yê Îlona 2015ê de li Derya Egeyê li qeraxa Bodrûmê ku dixwestin herin giravên Yûnanîstanê keştiya wan binav bibû û Alan Kurdî jî di nav de gelek koçber di deryayê de xeniqîbûn.
Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî wek gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê Sûriyê bi hêviya jiyaneke baş berê xwe dabû welatên Ewropa.
Rudaw