Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn Beg xebateke berçav hebû
Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî wihaye:
Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êziyan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û civata ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevsoz û hevxemên malbata wî û tevahiya Êzidiyan in.
Mîr Tehsîn Beg ku pitirî heftê salên bihorî mîratiya Êzidyan li Kurdistanê û cîhanê kir, tevî ku di nava Êzidiyan de xwedan pêgehe û roleke xuya yê civakî û olî bû, herwisa di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav bû, piştî şoreşê jî ji ber helweêstên xwe awareyê welatan bû.
Mîr Tehsîn Beg ligel civaka Kurdistanê û Iraqê û ya deverê jî di pêwnediyê de bûye ê rêz û pêgeha wî ya civakî ne tenê di nava Êzidiyan de, belku di nava civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî diyar û berçav bû û xwedan tevneke berfireh a pêwendiyan bû. Berdewam hewl daye ku rihê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Iraqê de xurttir û kûrtir bike.
Bîrhatina wî bi xêrê be û xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike.