• Friday, 19 April 2024
logo

Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr li gel şandeke Almanî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Almanî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermi Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Almanî kir ku, ji her yek ji Berêveberê beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê li wezareta derve ya Almanyayê birêz Tobias Tonkel, balyozê Almanyayê yê li Îraqê Martin yeager û konsulusê giştî yê Almanyayê yê li herêma Kurdistanê Klaus Straicher pêk hatibû.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê de kir.

Rojeveke din ya civînê taybet bû bi, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û derçûna milîşa û hezên çekdar yên derqanûnî û afirandina derfetê bo normal kirina rewşa deverê û vegeriyana awareyan bo cîhê wan.

 

Top