• Wednesday, 01 May 2024
logo

Hindik maye ereb bajarokê Daqûqê ji kurdan bistînin!

Hindik maye ereb bajarokê Daqûqê ji kurdan bistînin!
Berpirsekî YNKê dibêje, roj bi roj ereb li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê zêdetir dibin ji ber wê jî kurdên bajêr gelekî nîgeran in.

Piştî xiyaneta 16 Cotmeha par, zêdetirî nîvê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqî ve hat dagîrkirin. Bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê jî yek ji wan deveran bû.

Piştî rûdanên 16 Cotmehê, erebên ku di dema rêjîma Sedam de li wir hatibûn bicîhkirin lê piştî rûxana rêjîmê ji wir hatibûn derxistin, dîsa berê xwe dan bajêr.

Berpirsê komîteya YNKê li Daqûqê, Azad Rostem ji BasNewsê re got, ji wê çaxê ve heta niha her roj komek malbatên ereb tên û li Daqûqê bicîh dibin.

Azad Rostem her wiha got, ji ber wê jî kurd gelekî nîgeran bûne çimkî ji ereban re hatiye gotin “niha kurd aciz û hêrs bûne, bila hinekî aram bin emê erebên din jî bînin Daqûqê!” Tiştên wiha bûne sebeba nîgeraniyeke zêde di nav kurdan de.

Wî berpirsê YNKê da zanîn, li kêleka wê aloziyê çalakiyên terorîstên DAIŞê jî li deverê zêde bûne û got, terorîstên DAIŞê welatiyan direvînin û li hember dirav azad dikin, eger dirav nebe, kesên revandî dikujin.

Basnews
Top