• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ji Herêma Kurdistanê rojane dê 1 milyon bermîlên neftê biherike Ceyhanê!

Ji Herêma Kurdistanê rojane dê 1 milyon bermîlên neftê biherike Ceyhanê!
Wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê ragehand, naha nefta ku rojane diherike xeta boriyên Ceyhan a Tirkiyê dê ji 700 hezar bermîlan derxin 1 milyon bermîlan.

Li gor malpera fermî ya wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê ji bo li herêmê neft bê derxistin bi şîrketên DNO û Genel Energy re rêkeftin hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê sala borî li herêma Şêxanê, xeta boriyên neftê ya ku bikare 700 hezar bermîlan biherikîne hatiye ava kirin û li gel beşdar kirina neft û petrola Kerkûkê ve jî ew rêje dê bigehe 1 milyon bermîlan.

Wezaretê ragehand, ji herêma Kurdistanê ve naha rojana 400 hezar bermîlên nefta xaw digehe Ceyhanê.

Xeta boriyan a ku sala borî hatî danîn, li seranserê Kurdistanê re derbas dibe û nêzîk deriyê sînorî yê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê Pêşxabûrê re derbas dibe û nêzîk Behra Spî digehe Ceyhan a Tirkiyê.

Li gor heman daxuyaniyê hat ragehand: ‘’Ji ber rêje û berhemanîn a hikûmeta herêma Kurdistanê dê zêde bibe, qadên berhemanînê dê berfireh bibin û di heman demê de, ji aliye hikûmeta navendî ve ew nefta ku hatî derxistin û nedaye derve jî dikare bi wê rêyê ve bo Ceyhanê bê gehandin.’’

Basnews
Top