Li Meletiyê êrîşa bi çekan: Kesek hat kuştin
Li navçeya Meletiya Kevin a ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ve, di êrîşeke bi çekan de zilamek hat kuştin.
Li Taxa Şifa ya Meletiya Kevin, dema kesê bi navê Ekrem Kaya dimeşiya rûbirûyê êrîşeke bi çekan hat û di encamê de canê xwe ji dest da.
Polîs bi gumana Ekrem Kaya kuştine, çar kesên bi navê M.Y, E.Ç, H.S û H.A. desteser kirin.
Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Meletiyê hatin veguhestin.
Termê Kaya jî bo karûbarên otopsiyê bo Saziya Pizîşkiya Dadê ya Meletiyê hat veguhestin.
Rudaw