• Wednesday, 01 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî li gel John Wilkes civiya

Mesrûr Barzanî li gel John Wilkes civiya
behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin
Di civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê kirin.

Do Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê John Wilkes û şandeke pê re kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser çawetiya berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê, behsa pêşhatên dawî yên siyasî ên li Îraqê hate kirin û her du alî behsa girîngiya aramiya Kurdistanê kirin.

Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî jî pêşwaziya piştîvaniyên Brîtanyayê yên bo Kurdistanê ên di warê reforman di warê abûrî, ewlekarî û dadwerî de kir.

Derbarê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku tê payîn piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê ji aliyê komîsyonê ve, danûstandinên ava kirina hikûmeta nû dest pê bikin.

Top