• Monday, 06 May 2024
logo

Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Serêkaniyê

Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînorê Serêkaniyê
Artêşa Tirk gelek tank û wesayîtên zirxî sewqî sînorê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gor nûçeyeke ajansa anhayê Sewqiyateke leşkerî ku ji gelek wesayîtên zirxî pêk tê îro piştî saetên êvarî ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ber bi sînorê Rojava ve ketin rê. Konvoya leşkerî ya ku hate ragihandin ku wê li ser sînorê bajarê Serêkaniyê yê girêdayî bajarê Hesekê yê Rojava bicih bikin, piştî ku di ketina Serêkaniyê de rawestiya û şûnde kete ser rêya Kaniya Xezalan û sewqiyat destpê kir.

Sewqiyata ku gelek ji tank û wesayîtên zirxî pêk tê, hate ragihandin ku li ser sînorê xeta bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yê Rojava ku demeke dirêje Tirkiye dibêje ku wê ‘mudaxele’bike, hate bicihkirin.

Rudaw
Top