Serokwezîr beşdarî di merasîma pêşwaziya cenazeya Şêx Şamo de kir
beriya çend rojan jiber Koronayê koça dawî kiribû.
Beriya çend rojan jiber Koronayê koça dawî kiribû.
Îro li Hewlêrê bi merasîmeke fermî pêşwaziya cenazeyê Şêwirmendê Serokwezîr bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo hate kirin.
Serokwezîr derbarê merasîmê de nivîsandiye:
Îro li Hewlêrê bi dilek xemgîn, deste gula cenabê Serok Barzanî û xwe danî ser termê kesatiyê navdar yê Kurdistan û Şêwirmendê Serokwezîr bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo Şêx Nemo.
Rihê wî şad û yadê wî bixêr
Weke tê zanîn Şêx Şamo demek bû bi Koronayê ketibû, bo dermankirinê bo derveya welat hatibû veguhastin, lê beriya du rojan koça dawî kiribû û îro cenazeyê wî gehêşte Kurdistanê.