• Monday, 06 May 2024
logo

Demîrtaş ji stodyoya TRT bangeşeya hilbijartinan dike

Demîrtaş ji stodyoya TRT bangeşeya hilbijartinan dike
Komîteya Hilbijartinan ya Bilind, biryara xwe da ku berbijarê HDPê Selahedîn Demîrtaş, bangeşeya xwe ya hilbijartinan li stodyoyên TRTê bike.

Biryar e Demîrtaş, ji zindana Edîrnê ji bo stodyoyên TRTê yên li Enqerê bê veguhestin.

Wê Demîrtişa heya 10 xulekan biaxive û axaftina wî di 13ê Hizêranê de wê were tomarkirin û şeva 17ê Hizêranê, wê were belavkirin.

Ev bû bêtirî sal û nîvekê, Demîrtaş hatiye girtin û ev yekem car e di dîroka Tirkiyê de, ku kesek di zindanê de, xwe ji bo serokatiya Tirkiyê berbijar dike û Hikûmet qebûl dike ku bi riya kenala fermî ya dewletê, bangeşyê ji xwe re bike.

K24
Top