• Monday, 06 May 2024
logo

"Amerîka herêmên bi xwîna şervanan hatine rizgarkirin radestî Tirkiyê dike"

Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim ragihand ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe, navçeyên ku me bi xwîna şervanan rizgar kiriye, radestî Tirkiyê dike û got: “Ev yek zulmeke mezin e.”

Salih Mislim di hevpeyvînekê de li gel ajanseke Almanî zelal kir, ku pêwendiyên wan bi Amerîka re, ne bêdawî ne û dibe ku di her demekê de bêne guhertin.

Mislim ji ajansa Almanî re got: “Her kes li gorî berjewendiyên xwe kar dike û emê jî li gorî berjewendiyên xwe kar bikin, heger bi Amerîka re be yan bi Rûsya re be yan bi rêjîma Sûriyê re be.”

Derbarê egere destpêkirina gotûbêjan bi rêjîma Sûriyê re û destberdan ji navê federaliya bakurê Sûriyê Mislim got: “Em amade ne danûstendinên bê merc bi rêjîmê re bikin û li cem me nav ne giring e, ya giring ku mafê tevahiya pêkhateyên Sûrî were misogerkirin û em ê ji bo vê yekê kar bikin.”

Basnews
Top