• Monday, 06 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel Serokê sendîkayê Rojnamevanên Îraqê civiya

Serok Barzanî li gel Serokê sendîkayê Rojnamevanên Îraqê civiya
behsa rola rojnamevanan kirin
Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê sendîkayê Rojanamevanên Îraqê Moeyed Elamî kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, pêwîstiya jihev fêm kirina gelan û pêkhateyên Îraqê hate kirin û her du alî balkêşandine ser qonaxên curbicur yên dîroka siyasiya Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her di civîna han de behsa rola dezgehên ragihandin û çapemeniyê ya bo belav kirina çanda bihevre jiyan û jihev fêm kirinê hate kirin û hate gotin ku lazime raya giştî ya Erebî ji rastî û revatiya daxwaz û mafên gelê Kurdistanê fêm bike û ji vê zêdetir hewl neyê dayîn ku nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê weke dijminatiya navbera neteweyan were ragihandin.

Di civînê de rola rojnamevanan jî ji bo rast kirina têgehêştina raya giştî ya Erenî ji gelê Kurdistanê bi girîng hate wesifkirin.

Di dawiya civînê de behsa rewşa rojnamegeriyê li Îraqê û metirsiyên li berdem rojnamegeriyê û herwiha metirsiyên hizira tundrewiyê jî hate kirin.

Top