• Monday, 06 May 2024
logo

ENKSa Efrînê: Çekdar bi kêfa xwe dest datînin ser mal û mulkên xelkê

ENKSa Efrînê: Çekdar bi kêfa xwe dest datînin ser mal û mulkên xelkê
Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê li hember kirdarên çekdarên opozisyona Sûriyê yên di derheqê welatiyên Kurd ên Efrînê de nerazîbûn nîşan da.



Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Efrînê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku aliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê li Efrînê bi kêfa xwe welatiyên Kurd ên Efrînî digirin û dest datînin ser mal û mulkên wan.



Di daxuyaniya xwe de Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, nerazîbûna xwe li hember kirdarên wan çekdaran di derheqê welatiyên Efrînê de nîşan dide û dibêje, ku piştî 18ê Adarê, ewlehî û aramî li Efrînê nemaye.



Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê herwiha daxwaz dike, ku ENKS û Itîlafa Opozisyona Sûriyê berê xwe bidin hikûmeta Tirkiyê, daku rê li ber binpêkirinên aliyên çekdar bigire.



Encûmena xwecihî ya ENKSê radigihîne, ku çend aliyên çekdar pabendî tu yasayekê nabin û ew kesên ku berê li dijî PYDê bûn jî, niha ji aliyê wan grûpên çekdar ve tên girtin.



Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku ev nerazîbûn ji Sekretariya Giştî ya ENKSê û Rêveberiya Itîlafa Opozisyona Sûriyê re hatiye şandin.

Rudaw
Top