• Monday, 06 May 2024
logo

Ayhan Bilgen: Bersifa Erdogan da

Ayhan Bilgen: Bersifa Erdogan da
HDP dibêje Erdogan behsa dawî hatine desthilata xwe dike
Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû pirsa Kurdî nemaye.

Partiya Demokratîk a Gela (HDP) bersiva Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û dibêje: Pirsa Kurdî dawî nehatiye lê dawiya desthilatdariya Erdogan hatiye.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî îro di konferanseke rojnamevanî de bersiva Erdogan da û got, heta niha siyasetmedarên ku hewl dane pirsa Kurdî bi rê û rêbazên leşkerî çareser bikin û pirsa Kurdî redkirin, dawiya desthilatdariya xwe anîn. Niha jî pirsa Kurdî dawî nehatiye, lê dawiya desthilatdariya Erdoganî hatiye.

Ayhan Bîlgen got: “Birêz Serokomar duh dawîbûna pirsa kurdî ragihand. Lê Erdogan bi vê peyama xwe dawîbûna desthilatdariya xwe ragihand. Lewra wî gotibû ew dê pirsa kurdî çareser bike, lê heta niha tiştek nekir. Siyasiyên berî niha yên bi rê û rêbazên leşkerî nêzikê çareserkirina pirsa kurdî bûbûn encamek çawa ji hilbijartinan bidestxistibin, dê Erdogan jî heman encamê bidest bixe.”
Top