• Monday, 06 May 2024
logo

Barzanî postê serokkomariya Îraqê retkir

Barzanî postê serokkomariya Îraqê retkir
Rojnameya Heyat ya Lendenî belavkirîye, serokê PDKê, postê serokkomarîya Îraqê retkirîye.
Rojnameya Heyat di hejmara xwe ya îro de raporek li dor gotûbêjên pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê belavkirîye û têda li ser zarê du serkirdeyên PDKê hatîye: Gotûbêjên pêkanîna hikumetê mjewî ne û çi rijdîyek têda nahê dîtin.
Wan serkirdên PDKê ji bo rojnameya Heyat diyarkirîye serok Mes’ûd Barzanî postê serkkomarê Îraqê ret kirîye, ji berku Barzanî li dûv postan nagere, belku pirsa herî giring ji bo Barzanî, girentîkirina mafên gelê Kurdistanê ye.
Herweha hatîye: Pêşnyaza wergirtina postê serokkomarî di kombûna serkirdatîya PDKê da hatibû kirin, lê ji alîyê serok Barzanî ve hatîye retkirin.
Rojnameya Heyat pêştir ragehandibû her yek ji D. Fuad Me’sûm serokkomarê niha û wezîrê berê yê jêderên Avê yê Îraqê berbijarên postê serokkomarî ne lê ta niha ew yek yekalî nebûye, jiberku postê serokkomarî jî merc nîne jibo YNKê be.

Waar.tv
Top