• Monday, 06 May 2024
logo

Haşîm Haşîmî: Divê heq û hiqûqa Kurdan bê parastin

Haşîm Haşîmî: Divê heq û hiqûqa Kurdan bê parastin
Haşîm Haşîmî di hilbijartina 24 haziranê de vê carê namzedê partiya Saadetê yê Amedê ye. Haşîmî di derbarê hilbijartina 24 Heziranê, referandûma serxwebûna Hêrêma Kurdistanê de, pirsa Kurd ya li Tirkiye û nêzikbûna AKPê ji bo pirsa Kurd ji Bas Newsê re axifî.

Sedema sereke ya namzedbûna we ji partiya Saadetê çi bû?

Mirov dem dem ji hevdû dur dikeve,lê belê tu caran ji wê adetê dûr nakeve.Ez di salên 1989-1994 de ji partiya Refahê carekî bûm serokê şaradariya cizirê, dû caran jî bûm parlementer. Lê tu caran ji wê ehleq û adeta Necmeddîn Erbakan dûr neketim. Saadet jî berdewamiya wî adetê ye. Xeta xwe ya siyasetê tu caran xirab nekiriye. Demekî partiya me hatibû girtin, demekî ez nebûm namzed. Lê divê hilbijartinê de ez hatim mala xwe, bi aramî li vê derê me. Bila kesek bi hisî nefikirin, bila herin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin,bila hilbijartinê protesto nekin.Bila vê carê hizba me biceribînin. Lewra em tiştekî nû dibêjin.

Partiya Saadetê û şexsê we ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tiştekî nû çi waad dikin?

Di destpêkê de dixwazim bila herkes bizanibe ku partiya Saadetê her dem li ser heq û hiqûqa mirovahiyê de hesas e. Rast û dûrist mafê herkesî diparêze. Herdem ev yek parastiye.Li gor wê berê jî niha jî wê her hesas bibe.Lewra mafekî mirovahî li holê be, divê bê parastin. Her miletek mafê wî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne. Heqê wan e, Haqê Kurda ye jî. Ji bo vê yekê tahatûya min ya serekê, ez ê pergala tercîhê bînim holê, ya dudiyan jî kenalekî televîzyonê 24 saat bi zaravayê zazakî weşan dike bê vekirine. Ji bo van ez ê xebat bimeşînim, şopgerê wan bibim.

Heger Partiya Saadetê were iktîdarê nêzikbûna wî ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê de çi bibe?

Erbakan bixwe jî wakifê tasavufê bû. Ev pirensîb bû,heger îro hebûya wê hevaltiya referandûmê bikira.Lewra ev tiştekî siyasî ye.Yanî hikûmetek, an serokek, an serokkomarek,yan j hikûmetek di derbarê biryarekî de heger miracaatê gelê xwe kiribe, divê ev bê nasîn. Ev heq û hiqûqê miletek e.Di cîhanê de heq hatiye qebûl kirin. Ji bo vê yekê bawerim partiya me wê kevneşopîya Erbakan bimeşîne.

Hun bêtir ji kê , an jî ji kîjan aliyan deng dixwazin?

Em ji hemî alî û kesan deng dixwazin, bila me 4 salan bicerîbînin, ji her malekî dengekî bila bidin Saadetê, bila me hilbijêrin, me tercîh bikin .Di nav 4 salan de heger îkdîdara me neacibandin, an jî dîtin ku em li ser gotinên xwe nasekinin bila ji îktîdarê daxînin.

Li gor dîtina we AKP û HDP çima pirsa Kurd çareser nekirin?

Hinek gav avêtin,blê têrî nedikir. Xebateke bi sîstem nemeşandin. Lê em dibêjin , divê heq û hiqûqa Kurdan jî, hemî mirovan jî bê parastin.Ji bo vê divê xebat bên kirin. Ji bo vê xebatê em namzet in.



Seyîd Haşîm Haşîmî di sala 1956an de li Cizirê ji dayik buye. Dibistana Amedekariyê xilas kiriye.Di salên 1989-1994 an de ji partiya Refahê şaredariya Cizîrê kir.Di salên 1995 û di sala 1999 an de du caran ji partiya Faziletê bû parlementerê Amedê.

Basnews
Top