• Monday, 06 May 2024
logo

Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be

Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Demîrtaş dibêje bila xelk deng nede AKPê
Nazmedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku AKP dê di van hilbijartinan de nikaribe dengê kurdan bigire û got, HDP wê serkeftineke mezin bi dest bixe. Demirtaş li ser tifaqa AKP-MHPê û tifaqa CHP- IYI Parti-Partiya Saadetê-DPê jî got, herdu tifaq jî wekî hev in.

Nazmedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji malpera Gazete Duvarê ji bı Îrfan Aktan axivî û derbarê hilnijartinan de got, "Hilbijartin wê bi têkçûn û binketina bloka faşîst a AKP-MHPê encam bibin. AKPê bi awayekî eşkere dît ku nikare ji vê encamê bireve û loma jî hewl dide bi hilbijartinekê pêngavekê bavêje û xwe rizgar bike. Lê ev jî wê ji derdê wan re nebe derman. Niha AKP têk diçe û belav dibe. Vê carê HDP wê di desthilatiyê de cihê xwe bigire, em ê bi ser kevin."

Demirtaş anî ziman ku ger HDP benda hilbijartinê derbas neke, AKP wê herî kêm li ser 70 parlamenterên ku ne heqê wê ne, rûne û ev tişt anîn ziman, "Ev tenê ne pirsgirêka HDPê ye. Ev pirsgirêkeke demokrasî û edaletê ye. Em bendê derbas nekin jî em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî şûnde neavajin. Em ê li derveyî parlamentoyê têkoşîna xwe ya siyasî ya demokrasiyê bidomînin. Lê li hemberî AKPêya ku wê piraniya parlamentoyê bi belaşî bi dest bixe jî, bila Tifaqa Millî hebkî bifikire."

Selahattin Demirtaş li ser 'Tifaqa Millî' û 'Tifaqa Cumhûr' jî derbirî ku her çiqas wekî tifaqên taktîk werin dîtin jî, ji aliyê nêrîna wan ya siyasî de herdu tifaq jî ne dûrê hevdu ne: "Bi taybetî Tifaqa Millî, ger bi beşdarbûna HDPê û partiyên din pêk hatibûya, dikarîbû ji bo vê tifaqê Tifaqa Demokrasiyê bihata gotin û li ser prensîbên demokratîk bihatan cem hevdu. Lê tifaqeke bêyî HDPê, tenê tifaqeke bêprensîb e û ji bo berjenwendiyên xwe ji bo sûdê ji hevdu bigirin, hatiye pêk anîn. Di vir de HDP girîng e. Ji ber ku HDP û prensîbên wê li derveyî xwe hiştine, tenê bûye tifaqeke rastgir û sivik."

Demirtaş herwisa anî ziman ku ew ê di çarçoveya dengên kurdan de têkçûna AKPê bibînin û got, "HDP wê serkeftineke mezin bi dest bixe. Ger HDP bendê derbas bike û ez jî dengekî baş bigirim, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin, oxir be ji te re."

Top