• Sunday, 19 May 2024
logo

Neh roje xwepêşandan û nerazîbûn li Xûzistan a Îranê berdewam e

Neh roje xwepêşandan û nerazîbûn li Xûzistan a Îranê berdewam e

Neh roje xwepêşandanên berfireh ên girseyî ji ber nebûna av û elektrîk û xizmetguzariyê destpê kirine û berpirsên ewlehiyê yên Îranê du şeve elektrîk û înternet jî qut kirine û pirsgirêkekî din ji bo xelkê derxistine.

Li gor zanyariyên BBC hikûmeta Îranê ji duh ve li parêzgeha Xûzistan a Îranê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine û li bajarên Sûsengird, Ehwaz, Ramhurmiz û Şadgan derveyî qutkirina elektrîk û înternetê hêzeke zêde ya ewlehiyê, polîs, besîc û sipaha pasdaran jî di bajaran de cîh kiriye.

Tê gotin li deriyê bajarê Sûsengird dîwarek ji betonê hatiye danîn û derî hatiye girtin. Şeva borî jî li bajar pileya germê 48 derece bûye, lê li gel wê jî elektrîk qut kirine û rewşeke tund û gelek hêzên ewlehiyê li bajar dagirtiye.

Yek du rojên borî de cuda ji parêzgeha Xûzistanê xwepêşandan li parêzgehên Îsfehan, Bûşehr û Loristanê jî destpê kirin. li gor zanyariyên rêxistina Lêborîna Navnetewî heta naha li parêzgeha Xûzistanê di xwepêşandanan de 8 kes bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin.

 

Basnews

Top