• Monday, 06 May 2024
logo

Neteweyên Yekbûyî: Bila agirtbesta Sûriyê demildest bê bicihkirin

Neteweyên Yekbûyî: Bila agirtbesta Sûriyê demildest bê bicihkirin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang kir ku biryara agirbesta mirovî ya ku Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê wergirt, divê demildest bê bicihkirin.


Di daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de hat destnîşankirin ku ji bo Antonio Guterres ciyê kêfxweşiyê ye ku Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ji bo seranserê Sûriyê biryara agirbesta mirovî ku dê 30 rojan berdewam be da.


Sekreterê Giştî Guterres bang kir ku biryara agirbesta mirovî ya Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo ku alîkariyên mirovî bigihîjin Sûriyê û nexweş û birîndarên ku rewşa wan giran e bên tehliyekirin, divê demildest bê bicihkirin.


Guterres herwiha bangî hemû aliyan kir ku ji hiqûqa navneteweyî şaş nebin û sivîl û binesaziyên sivîl biparêzin. Guterres da bîrxistin ku di têkoşîna dijî terorê de jî divê vê yekê ji hişê xwe dernexin.


Li Encumena Ewlekariya NYyê bi yekdengî herî kêm ji bo mehekê biryara agirbesta mirovî hatibû wergirtin ku alîkariyên mirovî bigihîjin Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha bi taybetî nexweş û birîndarên ku rewşa wan giran e ên li Xûtaya Rojhilat ku dorpêçkirî ye, bên tehliyekirin.


Di biryarê de herwisa daxwaz hatibû kirin ku ji bo pêkhatina van yekan jî divê hemû alî "bêyî ku dereng bimînin" 30 rojan şer û pevçûnan rawestînin.


Di heman demê de daxwaz hatibû kirin ku dorpêça li ser Yarmûk, Fûa û Keferya û herwiha Xûtaya Rojhilat ku rewşa mirovî lê "pir xerab e", bên rakirin.


Li gorî biryarê, li Sûriyê operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞ, El Qaîde, Eniya Nûsra û herwiha komên ku Encumena Ewlekariya NY wan wekî terorîst bi nav dike, dê berdewam bikin.

Rudaw
Top