• Monday, 06 May 2024
logo

CHP: Gotinên Erdogan mizginiya qeyranên kûr dide

CHP: Gotinên Erdogan mizginiya qeyranên kûr dide
Cîgirê serokê koma CHP'ê ragihand, ew bi tabloyek metirsîdar re rûbirû ne û gotinên Erdogan mizginiya qeyranên kûr dide.

Cîgirê serokê koma CHP'ê li parlamentoya Tirkiyê Engîn Altay li Deriyê Çankayê yê parlamentoyê bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand, Ew bi tabloyek metirsîdar re rûbirû ne û gotinên Erdogan mizginiya qeyranên kûr dide.

Altay got: “Gotina Serokwezîr Binalî Yildirim a 'Efrînê desthilat û opozisyon kir yek' Serokomar dilgiran kir. Erdogan çima dilgiran dibe, em nizanin. Di bin vê hişyariya me de tiştek girîng heye ew jî ji berê Erdogan digot PKK, FETO Û DAIŞ'Ê em xapandin. Em ditirsin Erdogan sibe rabe bibêje Artaşa Azad a Sûriyê jî em xapandin. Ji bo vê me bifikarin.

K24
Top