• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Hewlêrê 9 kes ji ber aloziya “El Clasico” birîndar bûn!

Li Hewlêrê 9 kes ji ber aloziya “El Clasico” birîndar bûn!
Li bajarê Hewlêrê piştî yariya tîmên Barcelona û Real Madrîd yên Spanî (El Clasico) 9 kes birîndar bûn.

Şeva borî her du tîmên navdar yên Spanî, Barcelona û Real Madrîd di çarçoveya yariyên La Lîga ya Spanyayê de hatin hemberî hev. Di dawiyê de Barcelona bi encama 3-2 li Real Madrîdê bir.

Piştî wê yariya, ku jê re dibêjin “El Clasico” ( Êl Kilasîko tê xwandin), li bajarê Hewlêrê alozî di navbera alîgirên her du tîman de derket û komek kes birîndar bûn.

Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Saman Berzencî ji BasNewsê re got, şeva borî ji ber teqe û aloziyan 9 kes birîndar bûn.

Saman Berzencî da zanîn, 4 kes bi fîşekan birîndar bûne yên din jî ji ber şer û bûyerên tirafîkê birîndar bûne.

Basnews
Top