• Saturday, 04 May 2024
logo

Peyama hikûmetê bo roja cîhanî ya jinan

Peyama hikûmetê bo roja cîhanî ya jinan
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de Heştê Adarê, roja cîhanî ya jinan, li tevaya jinan li Herêma Kurdistanê pîroz dike û tekîdê li ser siyaset û karnameya hikûmetê ya ji bona dabînkirina tev mafên jinan û wekheviyê dike.

Ev li jêr teksta peyma civata wezîran:

Em, Heştê Adarê, roja cîhanî ya jinan, li tevaya jinan li Herêma Kurdistan û cihanê pîroz dikin, di vê rojê de, em hemû wan jinên canfîdayên Kurdistanê ku bi canê pêşmergatiyê bi dirêjahiya xebat û tekoşîna gelê me, bi can û xwûn, ji bona azadî, parastin û avadankirina welêt roleke bi bandor li ser pêşvebirina hemû warên jiyanê li Kurdistanê lîstiye û dilîzin, bi qedir û hurmet bi bîrtînin.

Em, li hember canê paqijê wan jinên Kurdistanê yên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê, êrîşên reşên enfalan û êrîşên terorîstên DAÎŞ de şehîd bûn ser û bejna xwe diçemûnin. Hevxemî û hevderdiya xwe jî digel dayk, xûşk, mêr û keşên kurdistanê parve dikin ku azîzên ber dilê wan, bav, bira, mêr û kesûkarên wan ji bona azadî û bergirîkirin ji Kurdistanê canê xwe bexşiye, herwesa, tekî dikin ku bi hemû îmkanên xwe ji bona azadkirina hemû keçên êzidî ji destê terorîstan em berdewam dibin.

Di vê yadê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê, dakokiyê li siyaset û karnameya xwe ji bo dabînkirina tev mafên jinan û wekheviyê dike û bi hemû hêz û çiyanên xwe piştgiriyê li xebat û tekoşîna jinan ji bona gihiştin bi mafên xwe yên rewa/adil dike. Hikûmet li ser kar û xebatên xwe yên ji bona ku jin li Kurdistanê rolek zêdetir û bi bandortir li tev warên jiyanê de hebe berdewam dibe.

Em bi çavê qedir û rûmetê li xebatên hemû wan xanim, kesatî, sazî û rêxistinan yên ji bona mafên jinan kar dikin û piştgiriyê lê dikin, dinêtin.

Careke din roja cîhanî ya jinan pîroz be, ji jinên Kurdistanê û cîhanê re serkeftin û bexteweriyê dixwazin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
08.03.2017

Top