• Saturday, 04 May 2024
logo

DAIŞê êrişî Heşda Şeibî kir: 59 kuştî

DAIŞê êrişî Heşda Şeibî kir: 59 kuştî
Çekdarên rêxistina DAIŞî êvariya îro li navçeya Telaferê êrişî milîsên şîe yên Heşda Şeibî kirin.

Yek jî berpirsên Heşda Şeîbî Mehdî ed Deracî ragihand ku çekdarên DAIŞê êvariya îro Şemiyê êriş birine ser milîsên şîe yên Heşda Şeibî yên lu nêzîkî Telaferê bicî bûne.

Mehdî ed Deracî wiha got: “Di encama pevçûnan de emîrê DAIŞê yê bi navê Ebu Omer el Mûsilê ligel 43 DAIŞiyî yên din hatine kuştin.”

Herwiha Mehdî ed Deracî da zanîn 15 milîsên Heşda Şeibî jî hatine kuşştin.

Ji aliyê din ve yek ji fermandeyên Artêşa Iraqê serpel Nayîf el Zubeydî jî piştrast kir ku çekdarên rêxistina DAIŞî êvariya îro li navçeya Telaferê êrişî milîsên şîe yên Heşda Şeibî kirine.

Nayîf el Zubeydî diyar kir ku Ebu Omer el Mûsilê yê hatî kuştin xelkê Iraqî bû.

Rudaw
Top