Nêçîrvan Barzanî daxwza azadkirina parlemantarên HDP dike
Têksta peyma Nêçîrvan Barzanî:
Desteser kirina Hevserokên HDP û hijmarek parlemantarên din yên vê partiya yasayî li Tirkiye, cihê dilgiraniyê ye. Bi bawera me, ev rewşe, Tirkiye aloz dike, lewma em daxwazê dikin Hevserokên HDP bihên azadkirin û bi awayekê aram serederî bi vê rewşê re bihê kirin û rêz ji îradeya dengderên Tirkiye bihê girtinm ku ew hilbijartin. Em daxwazê ji HDP jî dikin wek partiyeka yasayî li Tirkiyê, li gor yasayên vî welatî serderiyê bike.
Her wiha em teqîna Amedê şermezar dikin ku bûye sedema can ji destdana hijmarek welatiyên sivîl û polîsan. Em daxwazê dikin ji bona berjewendiya hemû aliyan, dest bi pirosêseka sivîl û aştixwaz ji bo çareseriyeka rastîn bihê kirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 2016/11/05