• Friday, 03 May 2024
logo

Dawîn agahî li ser derbasbûna milîsan bo nav Kerkûkê

Dawîn agahî li ser derbasbûna milîsan bo nav Kerkûkê
Polîsê Kerkûkê red kir, ku piştî êrişa berfireh a duh a DAIŞê, milîsên şîe yên Heşda Şeibî derbasî nav Kerkûkê bibin.

Polîsê Kerkûkê dengoya derbasbûna hêzên Heşda Şeibî bo nav bajarê Kerkûkê red kir.

Fermandeyê Polîsê Kekrûkê, emîd Xetab Omer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, wan ti zanyarî derbarê hatina hêzên Heşda Şeibî bo nav Kerkûkê nîne.

Piştî bûyerên duh înê 21ê Cotmeha 2016, ku bi dehan çekdarên ADIŞê êrişî çend taxên bajarê Kerkûkê û navçeya Dûbiz û çend gundên derdorê kirin, çend medyayên erebî hin zanyarî belav kirin, ku goya fermandeyekeê pilebilind ê Heşda Şeibî yê bi navê Ebû Mehdî Muhedîs bi hêzeke mezina Heşda Şeibî derbasî nav Kerkûkê bûye.

Fermandeyê Polîsê Kerkûkê, emîd Xetab Omer li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, ku ti zanyarî li ser hatina hêzên Heşda Şeibî bo nav Kerkûkê negihîştine wan û ew zanyarî red kirin.

Ji aliyekê din ve, Berdevkê Asayişa Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNL) li Kerkûkê, emîd Simko Mihemed jî di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, hatina hêza Heşda Şeibî bo Kerkûkê red kir û tekez kir, ku ti zanyarî li ser vê mijarê nînin.

Rudaw
Top