• Saturday, 04 May 2024
logo

Tirkiyê sinyal da: Dibe ku em bikevin Sûriyê!

Tirkiyê sinyal da: Dibe ku em bikevin Sûriyê!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu eşkere kir ku Erebistana Siûdî dê balafirên xwe yên şer bişîne Tirkiyê. Çavûşoglu her wiha got, dibe ku em û Erebistan bikevin Sûriyê!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, ku tevlî civîna ewlehiyê ya Mûnîxê bibû, vegeriya Tirkiyê. Çavûşoglu di vegerê de bersiva pirsên rojnameya Haberturkê da û agahiyên kirîtîk eşkere kir.

Mevlût Çavûşoglu da zanîn ku Erebistana Siûdî dê balafirên xwe yên şer bişîne bingeha leşkerî ya Încîrlîkê û got, ji bo wê yekê jî pisporên Erebistanê li Încîrlîkê lêkolîn kirine ji bo bizanin ka dikarin çend balafiran bişînin.

Çavûşoglu diyar kir ku Erebistan ji bo şerê li dijî DAIŞê, balafirên xwe dişîne Tirkiyê û got, dibe ku hêz jî bişîne. Eger stratejiyek berfireh hebe em û Erebistan dikarin bikevin Sûriyê jî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, anî ziman ku eger di bejê de şerê DAIŞê bikin wê çaxê êdî Rûsya nikare bêje “ji DAIŞ û Esed, yek hilbijêrin”.

Çend roj berê, Erebistana Siûdî ragiandibû, her gava ku hevpeymaniya navdewletî ya dij DAIŞê razî bû Erebistan dikare hêz bişîne Sûriyê. Îran û Sûriye bi tundî li dijî vê yekê derketibûn.

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî duh gotibû, Sûriye dê pêşiya êrişa Tirkiye û Erebistanê bigire û tevahiya xaka Sûriyê kontrol bike.

Rudaw
Top