• Friday, 03 May 2024
logo

Ebadî wezîrekî kurd ji kar avêt!

Ebadî wezîrekî kurd ji kar avêt!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermanekê wezîrekî kurd ji kar dûrxist.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna îro ya Encumena Wezîran a Iraqê de bi biryarekê Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Melas Mihemed Kesnezanî ji kar avêt.

Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Melas Mihemed Kesnezanî bi esil kurd e û ser bi Fraksyona Hevpeymaniya Hêzên Sunî ye.

Kesnezanî mehek berî niha fermana girtinê ji aliyê dadgeha Iraqê ji Melas Mihemed Kesnezanî re hatibû derxistin.

Ebadî derbarê sedema vê biryara xwe de ragihandiye, ku wezîrê bazirganî pabendî erk û karê xwe di wezaretê de nebûye û ji ber wê yekî wî biryara dûrxistina wî daye.

Rudaw
Top