• Saturday, 04 May 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Luksemburg kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Luksemburg kir
Duh yekşem 29/03/2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jean Asselborn Wezîrê Derve û Karubarê Yekîtiya Ewrûpa ya Luksemburg û şanda li gel kir.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Luksemburg behsa serkeftinên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe jî beramber wan yarmetiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî koçberan kiriye derbirî û ragihand, cîhan bi rêz ve temaşa rola Kurdistanê ya li hewandina koçberan û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan dike. Her wiha behsa wan aramî û pêşketinan kir ku Kurdistan bi xwe ve dîtiye û pabendî bingehên demokrasî û pêverên mafê mirov bûye. Li beşekî dinê axaftina xwe de eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku li nav welatên Ewrûpa da meylekî zêde ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li rûyê serbazî û hevkariya mirovî de heye, welatê wan jî li piştevanî û hevkariya mirovî ya Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û ragihand, bi hemahengî li gel welatê Almanya da amadeyê çareserkirina Pêşmergeyên birîndaran û dabînkirina pêdiviyên wan yên pizîşkîne.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Luksemburg balkişand li ser wê yekê ku li Ewrûpa da rêzekî zêde ji bo Pêşmerge heye û ragihand, em baş li wê erkê giran têdigihîn, ku Pêşmerge bi cîh gihandiye lê belê eger Pêşmerge nebûya, Da'îş nedişka. Ev şerê bi tenê ne şerê Kurdistanê ye û ji ber ku Da'îş hereşeye ji bo hemûyan, ji bo wê yekê divê bi hemû aliyek ve rûbirûyê wê hereşeya cîhanê bibîn.

Li beramber da Serok Barzanî spasî helwesta welatên dostê Herêma Kurdistanê kir û ragihand her çende Kurdistan li şerekî giran da bû, lê belê yarmetîdana koçberan bi erkekî nîştimanî û mirovî zanî û li wê erkê da jî berdewam dibê. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir, ku Pêşmerge bi şanaziyê ve şerê terorîstan dike û karî ustureya Da'îş bişkîne û dûpat kir Da'îş hereşeye ji bo hemû aliyek û rûbirûbuna wê jî tenê bi rêya serbazî nayê kirin, belku divê li rûyê fikrî ve jî şerê wê bê kirin û çavkaniyên wê yên darayî bê hişk kirin. Eve jî xisterû, ku nabê rê bidin terorîstan li welatên Ewrûpa da azadiyan ji bo mebesta hêsankariya karê terorîstî bikarbînin.

Rewşa siyasî û qeyranên navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû, li vî derbarî de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê xwediyê kultûra pêkvejiyan û lêborînê ye û bi tu awayekî nabê beşek ji wê gengeşeya mezhebiya li navçeyê da li holê daye. Her wiha dûpat kir ku teror û çanda tundrewiyê bi tu awayekî nikarê cihê piyê xwe li Kurdistanê bike. Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda de balkişand li ser wê yekê ku rêkkeftinek li navbera her dû aliyan de heye û aliyên Kurdistanê pêve pabende û li benda bi cîhkirina wê rêkkeftinê ye.

Di dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî daxuyaniyek da rojnamevanan û ji bo temaşekirina videoya wê daxuyaniyê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...
Top