• Saturday, 04 May 2024
logo

Serok Barzanî serdana mala Şehîd Hucam û sengerên Pêşmerge kir

Serok Barzanî serdana mala Şehîd Hucam û sengerên Pêşmerge kir
Roja 21.03.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta yadkirina cejna neteweyî ya Newrozê li gel malbatên serbilindên şehidan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê serdana mala Şehîd Hucam û sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li dû mîhwera rûbirûbûna terorîstan kir.

Di destpêkê de Serok Barzanî serdana mala Şehîd Hucam kir û li gotarek da ji bo malbatê serbilindê Şehid Hucam, Serok Barzanî ragihand: Îro min bi ferz zanî bême cem we û ji ber ku min nedikarî yek bi yek serdana hemû malên Şehîdan bikim ji bo wê yekê li şûna hemû malbatên serbilindên şehîdên Kurdistanê li gel we yada Newroza pîroz dikim. Serok Barzanî her wiha ragihand: Hun gelek serbilindin û ew serbilindiya malbata şehîdan heye destê hemû kesek nakevê. Şehîd Hucam, şehîdê hemû gelê Kurdistane û bûye sembolek ji bo berxwedana Pêşmergeû heta dinya heye li dilê gelê Kurdistanê da dimîne. Şehîdên me bi navê dozekî rewa da canê xwe gorî kirine ku ew jî parastina kerameta gel û bergirîkirina li welatê me ye.

Serok Barzanî tekez kir ku gelek xwediyê qehremaniya wekî şehîd Hucam bê, serkeftina wî jî mîsogere.

Malbata Şehîd Hucam dilxweşiya xwe bi serdana Serok Barzanî ragihand û tekez kir ku zarok û kesukarên Şehîd Hucam li ser rêbaza Pêşmerganeya bavê xwe de berdewam dibin.

Paşê Serok Barzanî serdana sengerên bergiriyê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê yên li dû mîhwerên rûbirûbûna li gel terorîstan kir. Serok Barzanî ji bilî bexşîna rênimayî û berçavrûniyên pêwîst ji bo fermande û Pêşmergeyan, li gotarek da balkişand li ser wê yekê ku mebesta rêzdar ewe bûye ku li gel malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman yada Newrozê bike. Serok Barzanî ragihand: Spas û pêzanînên xwe ji bo gedeyên qehremanên Fermande û Pêşmergeyên can li ser destên Kurdistanê derdibrim û azayetî û wêrekiya we serê me hemûyan bilind kiriye.

Serok Barzanî balkişand li ser dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd û ragihand: Berî li 2715 sal, Kurd bi navê serbixweyî û serfiraziyê têkoşiyaye. Her ji wê rojê ve Kawayê Hesinkar serê Dehak pankir heta ku gihîşt Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza, Şêx Mehmûdê Nemir, Şêx Ebdulselamê Şehîd, Pêşewa Qazî, Şêx Ehmedê Barzan û Mela Mistefayê Barzanî. Îro jî zarokên wê xwendingehê berxwedana Kobanê heta Xaneqîn û Şengalê dîrokê dûbare kirin ku mezintirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê têkbişkînin û hemû dinya pê sersam bê. Serok Barzanî ragihand: Em hemû xwendekarê wê xwendingehê ne ku wiha hatîne perwerde kirin bi navê serbilindiya welat cangorî bîn. Ji ber ku jiyana bindestiyê heman mirine, ji bo wê yekê piştî wan hemû qurbanîdanên gelê Kurd, li encamê da divê destkeft jî li asta wê qurbanîdanê bê û gelê Kurd bindestiyê qebûl nake.

Serok Barzanî tekez jî kir ku niha terorîst roj bi roj zêdetir lawaz dibin û efsaneya Da'îş li ser destê Pêşmerge têk şika û niha şiyana wan ya ewe nemaye bibin tehdîd û hereşe li ser Kurdistanê.

Serok Barzanî carekî din şîretê li Pêşmergeyan kir ku pabendî ahlaq û rewşta bilinda Kurdayetiyê bin û nabê bi tu awayek rê bidin bê rêzî bi termên kuştiyên dijmin bê kirin.

Li dawiyê de Serok Barzanî gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dilniya kir ku alaya Kurdistanê her bilind û şekawe dibê û Kurdistan her parastî dibe.

Top