• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir

Êvariya Duh sêşem 04.03.2014 li Hewlêr birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ahmed Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda li gel ya ji Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal, Berpirsê Beşê Karubarê Iraq li Wezareta Derveyê Tirkiye pêkhatibû kir.

Li kombûnê da ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên îdarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amadebûn, Wezîrê Derveyê Tirkiye xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û her wiha beşdarbûna li Korbenda Dîdara Silêmanî li Zanîngeha Amerîka ya li bajarê Silêmanî derbirî û xweşhaliya xwe jî bi pêşveçûn û geşbûna peywendiyên siyasî û aborî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiye nîşanda. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Tirkiye behsa serdana dîrokiya Serok Barzanî ya bajarê Amedê kir û wê serdanê bi bandor û girîng û dîrokî da zanîn.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda li gel kir û tekez jî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya wan peywendiyan ragihand.

Her li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emnî û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û bandorên wê yên li ser paşaroja siyasiya Iraqê hate nirxandin û di derbarê babeta hilbijartina Encûmena Nûneran Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ev hilbijartin li dema xwe ya diyarkirî de û bi bêyî tu giriftek bê encamdan.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û emniya Sûriye û rewşa penaberên Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




Top