• Friday, 03 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin digel YNKê hikûmetê pêk bînin

Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin digel YNKê hikûmetê pêk bînin
Cîgirê Serokê PDKê û berbijarê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK di wê baweriyê de ye dikare digel YNKê hikûmetê pêk bîne. Cîgirê Sekreterê YNKê Berhem Salih jî ragihand, YNKê biryar daye beşdarî hikûmeta nû bibe.

Civîna navbera şandên PDK û YNKê yên bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ku Duh (18.11.2013) saet 12:00 li Silêmaniyê destpê kiribû, bidawî bû.

Piştî civînê, serokên şandên her du partiyan Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dikarin digel YNKê hikûmetê pêk bînin û da zanîn, dê digel Tevgera Gorran û partiyên din jî li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê hevdîtin bikin da ku bizanin nêrîn û helwesta wan li ser hikûmeta nû çiye.

Barzanî ragihand, ev civîn fermî nînin ji ber ku heta niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesdû Barzanî ew bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekiriye tenê wek berbijarê PDKê dest bi gotûbêjan kiriye.

Serokê şanda PDKê her wiha da zanîn, di civîna digel YNKê de biryar dan ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê roja 30ê Nîsana 2014an were lidarxistin.

Serokê şanda YNKê û Cîgirê Sekreterê YNKê Berhem Salih jî diyar kir ku YNK dê beşdarî hikûmeta nû bibe û ti aliyekî piştguh naxin û divê hikûmetek wisa were avakirin ku xizmeta gel bike.

Hat gotin, şanda PDKê dê digel Tevgera Gorran jî bicive.

Rudaw
Top