• Friday, 03 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz ve, xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê û malbata serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû partî û aliyê siyasiyan û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî Haciyên Kurdistanê ku niha li hêviya mala yezdan û mezarê pîrozê pêxemberê me yê mezin Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bê) rêwresma hecê bi cîh tînin.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û xweşiya hemû aliyek û aramî û aştî û bexteweriyê jî li ser Iraqa Federal de bikêşê û Kurdistan jî li pêşketin û avadanî û aramiya berdewam de bê û hemû aliyek bi ruhê birayetî û yekrêzî û pêkvejiyanê xizmeta gel û welat bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
9 Zilhucce 1434 ê Koçî
14 Tişrîna Yekem 2013 ê Zayînî
Top