• Friday, 29 March 2024
logo

Piştî 35 salan “nemirî” mimkun dibe lê çawa?

Gulan Media February 16, 2011 Corane
Piştî 35 salan “nemirî” mimkun dibe lê çawa?
Hin zanyarên Amerîkî û Îngîlîzî diyar kirin ku bi saya pêşketina teknolojiyê dê jiyana bê dawî mimkun be.

Li gor nûçeya kovara Time zanyarên han diyar dikin ku di pêşerojê de bi kopî kirina mêjiyê wê nemirî pêk bê. Tê diyar kirin ku heta 2045'an dê teknolojî bigehe wê astê ku mêjî bê kopî kirin û her wiha heta wê demê teknolojiya robotan jî wê gellek pêşkeve û bi vî awayî mêjiyê mirovovekî bê kopî kirin ser robotekî bê bar kirin û bi vî awayî nemirî pêk bê.

Her wiha zanyarên han diyar dikin ku heta wê demê mêjiya çêkirî mêjiya mirovan derbas bike.
(HAWAR NET / servîsa nûçeyên zanistê)
Top