Şarapova dizewice
Temnisvana esilrûs Maria Şarapova di meha Cotmehê de daxuyandibû ku ew ê bi lîstikvanê Los Angeles Lakers Sasha Vujacicê ji Litvanyayê re bizewice. Sharapova û Vujacic ev salek e ku bihevre dijîn. Sharapova got ku ew ê sola ku di dawetê de bike lingên xwe ji fîrmeya Cole Haan bixwaze û nimroya wê jî 41 be. Sharapova di derbarê cih û dema daweta xwe de tişt negot, lê wiha axifî:
Min ji gelek hevalên xwe serpêhatiyên dawetên wan guhdar kirin. Hinek bûk jiber ku sola wan a teng li lingên wan xistiye, derxistine û bê sol reqisîne. “Lingenên min hinek mezin in, lê ez naxwazim ji xwesikiya xwe tiştek winda bikim. Jiber wê jî sola xwe ez ê bixwe biecibînin. Ji bo vê jî ez bi rayedarên Cole Haan re axifîm.”
Sharapova da zanîn ku ew ê cilê bûkan ê spî lixwe bike û bila ti kes jê cilên teng û kin ku di lîstika tenîsê de lixwe dike, hêvî neke. Rûdaw