• Saturday, 18 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hindî jiyan berdewam be xizmet jî dê berdewam be

Gulan Media October 11, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hindî jiyan berdewam be xizmet jî dê berdewam be
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li roja sêşemiyê 09.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, digel walîyê Hewlêrê û hemû berprisên îdariyên sînorê wîlayeta Hewlêrê civiya.
Di destpêka civînê de, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê raporeke giştî li ser kar û pirojeyên hikûmetê û sewyeya pêşkeşkirina xizmetgozariyan li sînorê wîlayeta Hewlêrê pêşkeş kir ku, tê de ew astengiyên dikevin pêşiya cîbicîkirina pirojryan û çewaniya çareserkirina wan arîşeyan diyar kirin. Hadî got ku, wan pêwîstî bi zêdetir piştgiriyê heye daku, bikarin bi awayekî baştir daxwazên hevwelatiyan bi cî bînin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axavtinekê de ew civîn, ji bona şopandina kar û pirojeyan, destnîşankirina arîşeyan û çewaniya çareserkirina wan, bi civîneke cidî wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de got ku, kar û wezîfeya saziyên hikûmetê xizmetkirina hevwelatiyan e, her kesê/a di warê îdarî de berprisyarî hebe, ew berprisiyarî berprisyariyeke mezin e ku, divê di xizmeta hevwelatyan de be. Barzanî got ku, serkeftin û pêşkeşkirina xizmetên baştir bi rêya karên heveş û weke yek tîm tên kirin û daxwaz ji hemû saziyên hikûmetê kir ku, weke yek tîm kar bikin daku, xizmetên baştir pêşkeş bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê got:

- Berê hevwelatiyên Kurdistanê di xema asayîş û emniyetê de bûn û diyartirîn daxwaza wan emniyet bû. Lê nuha ku, emniyet heye û di hemû waran de pêşkeftin çê dibin, tiştekî normal e ku, sewyeya daxwazên hevwelatiyan jî bilnd bibe û daxwaza kar û xizmetên baştir di hemû waran de bikin. Mafê hevwelatiyan e gilî û gazinda ji kêmasiyan bikin. Lê divê wê yekî jî bizanibin ku, zehmete hemû tişt bi hev re bên kirin. Saziyên hikûmetê jî divê wê yekê bizanin heta jiyan berdewam be, xizmet jî berdewam dibe.

- Divê em fêdey ji şaşiyên berê werbigirîn û wan şaşiyan çak bikîn. Her karekî bê kirin divê bi kalîteyeke baş bê kirin û girinigiyeke mezin bi hûrgilî û şopandinê bê kirin, divê karên xerap û bê kalîte neyên kirin, her kar, piroje û xizmetgozariyek hebe divê bi awayekî baş bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, divê dest bi pirojeyên stratejîk bê kirin, ne bes bi tenê pirojeyên biçûk bên encam dan. Li sînorê wîlayeta Hewlêrê çend xwendingeh û nexweşxane û li herêma Kurdisanê jî bi giştî 11 bendav tên dirust kirin. Serokê hikûmetê daxwaz kir ku, sîstema saxlemiyê bê baştir kirin û giringî bi park û keskatiyê bê dan.
Top