Erdogan: Em ji bo PKK'yiyên dimirin nagirîn
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe de axivî û CHP’ê ji ber redkirina tezkereya operasyona dersînor rexne kir. Erdogan ji ber pejirandina tezkereyê spasiya MHP’ê jî kir û got ku ew nikarin li hemberî tiştên li Sûriyeyê diqewimin bê deng bimînin.
Erdogan diyar kir ku cara yekemîn wan gotina ‘Kurd’ bikaranîne û wiha got: “Me di dîroka komarê de gavên nehatine avêtin, avêt. Li vî welatê ku gotina ‘Kurd’ nedihat bikaranîn, hikûmeta me cara yekemîn gotina birayên me yên Kurd bikaranî. Gelo opozisyona serekî (Armanc CHP-Werger) karî van tiştan bike?”
Serokwezîrê Tirkiyê rexne li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî kir û got: “Me pirsgirêkên aborî û civakî yên berê bikartanîn çareser kir. Me ev daxwaz wekî mafê xwezayî yê birayên xwe yên kurd dît. Dibêjin, ji ber me gef li wan kir ji ber vê yekê ev tişt kirin. Propagandaya me ya hilbijartinê li holê ye. Me got, neyên van lîstikên BDPê. Me got sê xetên me yên sor hene? Em netewperestiya herêmî û baweriya etnîkî nakin.”
Erdogan daxuyaniyên Midûrê Emniyeta Amedê Recep Guven nirxand û got; “Em nikarin wan biparêzin. Em nikarin destê xwe bidin destê wan, em ji bo terorîstên ku ewladên me dikujin, dimirin, bigirîn. Divê her kes cihê xwe bizane. Bihêlin bila siyasetmedar siyasetê bikin.”
Midûrê emniyeta Amedê Recep Guven berî du rojan derbarê gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin wiha gotibû: “Ger hûn ji bo terorîstên li çiya dimirin, ne girîn hûn ne mirovin.”
Rudaw