• Saturday, 18 May 2024
logo

Jeffery Donaldson: Parlementoya Kurdistanê Xwedan Deng Û Şerefeke Mezine

Gulan Media October 9, 2012 Nûçe
Jeffery Donaldson: Parlementoya Kurdistanê Xwedan Deng Û Şerefeke Mezine
Duh Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz tevî Cîgirê xwe Dr. Hesen Sûre pêşwaziya heyeteke hevpar ya Parlementoya Berîtaniya û Îrlendaya Başûr kir.

Di hevdîtineke de Serokê Parlementoya Kurdistanê bi awayekî kurt behsa Dîroka ezmûna demokrasî ya li Kurdistanê, Dîroka hilbijartin û çawetiya damezrandina Parlementoya Kurdistanê ji heyeta mêwan re rave kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de li ser navê heyeta mêwan Endamê Parlementoya Berîtaniyayê Jeffery Donaldson peyvek pêşkêş kir û silavên Serokê Parlementoya Berîtaniyayê gehandin Erselan Bayîz û ragihand ku ew jî li Îrlendaya Başûr di vê qonaxa han de derbas bûne û ragihand ku, her çend cudahiya me jî hebe lê em xwedan xalên hevbeşin lewre dibe kar li ser xalên hevbeş were kirin daku, em fêde ji ezmûna hevûdu werbigin.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa parlementoya Kurdistanê jî kir û ragihand ku, Parlementoya Kurdistanê xwedan nav û deng û şerefeke gelek mezine û xelk rêz jê re digire.

Çavkanî herwiha armanca serdana xwe jî rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han bihêztir kirina peyvendiyên heyî di navbera her du aliyan û piştgîrî kirina saziyên medenî ye.
Top