• Saturday, 18 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Diyarbekir Cêhê Şanaziya Tevahiya Me Ye

Gulan Media October 9, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Diyarbekir Cêhê Şanaziya Tevahiya Me Ye
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di nameyeke spaskirinê de Balkêşandiye ser rol û pêgeha Diyarbekirê û gotiye: Diyarbekir cêhê şanaziya tevahiya me ye.

Di nameya xwe ya spaskirinê de, ku li roja yekşemê (07.10.2012) ji Demirbaş re hate şandin, Barzanî behsa cihê Diyarbekirê di dîroka Kurdistanê de û girîngiya wê ya Dîrokî dike.



Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi kurdiyeke xweş û bi zimanekî edebî, xweşî û mezinbûna Diyarbekirê tine ziman û dibêje:

„...Weke çawa Diyarbekir di dîrokê de cihekî pir hêja û birûmet digire, wisa jî di dilê her kurd û kurdistanîyekî de cihekî wê yê bilind û taybet heye....“

Serokwezîrê Kurdistanê her wiha dibêje ku ji berê de Diyarbekir bûye evîneke mezin ji bo kurd û kurdistaniyan.

Ew Diyarbekirê weke şanaziyekê ji bo gemû gelê Kurd û Kurdistanê dibîne.

Serokwezîr diyar dike ku ev bajarê Kurdan yê dîrokî her demê bûye mijara stran, destan û helbestan.

Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe de dibêje:

„Evîna mezin a kurd û kurdistaniyan ji Diyarbekirê re, ji kevn de di beste, stran û heyranok, çîrok û helbestên wan de xuya dike, lewra Diyrabekir û dîroka wê cihê şanaziya me hemûyan e....“

Ev name, weke bersivekê bû ji bo diyariya şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, ku nexşeya dîrokî ya bajarê Diyarbekirê diyarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Avestakurd
Top