• Saturday, 18 May 2024
logo

Giringiya pirojeyên hevbeş navbera sektora taybet û a giştî

Gulan Media October 9, 2012 Nûçe
Giringiya pirojeyên hevbeş navbera sektora taybet û a giştî
Duhî roja duşemiyê 08.10.2012ê li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Elî Sindî wezîrê pilandananê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirinê û Hêriş Miherim serokê konseya investkariyê yên herêma Kurdistanê, wezareta pilandananê û saziya darayî ya navdewletî IFC ku, endama bankaya navdewletî ye, li hotel Rotana li Hewlêrê workshoek li ser hevbeşiya sektora taybet û sektora giştî saz kir.

Di merasima vekirina workshopê de, wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê niyet heye ku, encamdana pirojeyan bi rêya hevbeşiya sektora taybet û ya giştî ji bona bilezpêşxistina infrastruktura aborî û civakî û baştirkirina kalîeta xizmetgozatiyan bo hevwelatiyan, berfireh bike.

Sindî got ku, ev heyameke hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi nirxandin û lêkolîna tecrûbeya welatên Tirkiye, Hindistan û Urdinê div î warî de kiriye û heta nuha hikûmeta Kurdistanê mijûrî qanûnekê ye ku, tev awayên pirojeyên hevbeş navbera sektora taybet û ya giştî de organize bike.

Nûnerê saziya darayî (finans) a navdewlatî jî gotarek li ser tecrûbeya saziya xwe li herêma Kurdistan û hûrgiliyên hevbeşiya navbera sektora taybet û ya giştî û bi taybetî çewaniya bikaranîn û baştirîn sud jê nê wergirtin, pêşkeş kir.
Top