YNK dixwaze ligel PDKê wek hevpeyman bimîne
Endamê serkirdayeitya YNKê Ferîd Eseserd di hevpeyvînek ligel Rûdawê diyar kir ku lihevnêzîkbûna di navbera YNK û Tevgera Goran de hatiye mezinkirin. Bi baweriya Eseserd nêzîkbûn tenê ji bo asayîkirina peywendiyane û ne ji bo hevpeymaniyê ye. Eseserd di vê derbarê de got: “Ya di navbera YNK û PDKê heyî hevpeyman û rêkeftina stratejîke, lê ya navbera YNK û Goran de xebat jêre tê kirin, lihevnêzîkbûne û nabe hevpeyman.”
Endamê serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd destnîşan kir ku dixwazin peywendiyên wan ên ligel Tevgera Goran baş û asayî bibin û got: “Ne diyare Celal Talabanî di navbera PDK û Tevgera Goran de wê ji bo 4 salên din kîjanê hilbijêre. Lê niha tişta ku YNK li ser dixebite, mana rêkeftina stratejî û hevpeymaniya ligel PDKê ye.”
Rudaw