• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Pakîstanê lehî: 422 mirî

Gulan Media October 8, 2012 Nûçe
Li Pakîstanê lehî: 422 mirî
Li Pakîstanê di encama lehiya ku barana Muson bûyî sedem, 422 kesan jiyana xwe ji dest dan û 275 hezar xaniyan jî zerer dîtin.

Serokê Saziya Rêveberiyaa Karên Lezgîn a Navneteweyî (NDMA) Cafer Îkbal Qadir diyar kir lehiya li eyaletên weke, Hayber-Paktunva, Gilgit-Baltisan, Belucistan û Sind rabûyî, bûye sedemê mirina 422 kesan. Herwiha 275 cihên kar û malan jî zerer dîtine yan jî bi temamî xira bûne.

Serokê NDMAyê Qedrî diyar kir ku li gor hêjmarên 28ê îlonê yên rojane, îsal 4.7 milyon mirov ji lehiyê bi bandor bûne. Herwiha di lehiyên vê dawiyê de 13 hezar û 465 gund ji lehiyê bi bandor bûne. Qedrî got ku li gor salên borî, îsal jî lehiyê bandorekî mezin li çandinî û lawirvaniyê kiriye.

Cafer Îbrahîm destnîşan kir ku hikûmetê heta niha 15 hezar çadir, 30 hezar beteniye, tiştên tendirûstiyê û hwd... arîkarî daye mexdûran û ev hêjmar têrê nake.

Di sala 2010an de ji pêncan 1’ê Pakîstanê di bin lehiyê de mabû û sala borî jî 275 kes di encama lehiyê de miribûn.

Rudaw
Top