• Saturday, 18 May 2024
logo

Şêx Cefer: Gomanên Kurd Li Ser Çek Kirîna Îraqê Hene

Gulan Media October 8, 2012 Nûçe
Şêx Cefer: Gomanên Kurd Li Ser Çek Kirîna Îraqê Hene
Duh Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de behsa çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Wezareta Pêşmerge û Konsulusxaneya Franseyê de hate kirin û her du alî biryar dan daku, peyvendiyên xwe bihêztir bikin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de bernameya kirîna çekan ya Hikûmeta Îraqê û îmze kirina çendîn peymanên kirîna çekan ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve jî hatin nîqaşkirin û di vê derbarê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, gomanên Hikûmeta Kurdistanê li ser pirçek kirina Artêşa Îraqê hene.
Top