• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê digel sefîrê Fransayê civiya

Gulan Media October 8, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê digel sefîrê Fransayê civiya
Duhî roja yekşemiyê 07.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Doni Gwêz sefîrê Frasayê yê Îraqê û Alan Gêphat konsulê giştiyê Fransayê yê herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de, sefîrê Fransayê konsulê giştiyê nû yê Fransayê bo herêma Kurdistanê danasandin û behsa têkeliyên navbera Fransa û Kurdistanê kir û got ku, hebûna konsulxaneya fransayê li Hewlêrê nîşana wê yekê ye ku, Fransa giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên di ware siyasî, rewşenbîrî, perwerdeyî, aborî û bazirganî de bi herêma Kurdistanê re dide.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê sewyeya têkeliyên herêma Kurdistanê bi Fransayê re bilind nirxand û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze di wan warande yên ku jib o her du aliyan giring in, têkeliyên xwe bi Fransayê reş bixin û berfireh bikin. Barzanî got ku, hikûmeta Kurdistanê dê hemû hêsankarî û hevakriyan bike da ku, rê li pêşiya kompanî û şirketên fransî xweş bike û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Li dor rewşa Îraqê û aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê tevdigere û gelek pêngav ji bona ku, hemû pirsgirêk bi rêyn aşitî û diyalogê bên çareserkirin û tu pirsgirêkên hilawîstî di navbera Hewlêr û Brxdayê de nemînin pêngav avêtine.

Rewşa Suriyeyê mijareke din a civînê serokwezîrê Kurdistanê û şandeya fransî bû û di vê çarçoveyê de her du aliyan dîtinên xwe berçav kirin. Serokwezîrê Kurdistanê gor ku, giringe civaka navdewletî helwestekî cidî li hember bûyerên li Suriyeyê diqewimin û ji bona rawestandina xûnriştinê nîşan bide.

Barzanî got ku, her birayreke gelên surî ji bo diyarkirina paşeroja welatê xwe bide, herêma Kurdistanê di bi wê biryarê re be.
Top