Kongireya navdewletî ya Kerkûkê destpê kir
Jêderekê agahdar ji malpera Xendanê re ragehand ku: Îro li bajarê Kerkûkê bi beşdariya çendîn welat karên kongireya navdewletî ya bajaran li qonaxa guhastinê de destpê kir.
Jêderê got: Kurd û Tirkumanan beşdariya kongireyê kirine lê belê pêkhateya Ereb baykot kiriye.
Pester jî di kongireyekî rojnamevanî ku di destpêka hefteya borî li Kerkûkê birêve çû de serkirdeyê di Rewta projeya Erebî Ehmed Hemîd Elubeydî dupat kiribû ku Kerkûk parêzgeheke Êraqî ye û pêwîstiya xwe bi hikûmeta navendî heye û di qonaxa guhastinê (Intîqalî) de derbas nabe, her wek daxwaz ji hikûmeta Êraqê kiriye ku rêgiriyê li sazkirina kongireyê bike.
Hêjayî gotinê ye piştî sala borî bajarê Kerkûkê beşdarî li kongireya bajarên di qonaxa guhastinê de ya li Êrlendeya Bakûr kiribû, îsal sêyemîn kongireya bajaran li Kerkûkê birêve diçe.
Xendan