• Saturday, 18 May 2024
logo

Tirkiyê berê fûzeyên xwe da Qamişlo û Efrînê

Gulan Media October 7, 2012 Nûçe
Tirkiyê berê fûzeyên xwe da Qamişlo û Efrînê
Piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duyemîn tugaya xwe li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ragihand, artêşa Tirkiyê li ser sînorê rojava hêzên xwe kom kir û berê fûzeyên xwe da bajarê Qamişlo û Efrînê.


Li gor rojnameya Yenişafak a Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ji bo egera her êrişek ji bajarê Efrîn û Qamişloyê li dijî Tirkiyê, li navçeya Pirsûs a Rihayê leşker komkiriye. Yekîneyên girêdayî fermandariya tabura 3. a sînor bi çekên giran li ser sînor bi cih bûne, ne dihêlin welatiyên Tirk û ne jî yên Sûriyê derbas bibin. Zirepûşên ku roket û sîstema fûzeyan li ser wan heyî, ji bo egera her êrişekê wê bersivê bidin. Piştî ku bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê ket destê kurdan de, ji wê rojê û pêve destûr nehatiye dayîn ku kesek derbasî sînor bibe.

Hêjayî gotinê ye ku berî du rojan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê duyemîn tugaya bi navê Şehîd Sarya ragihand. Herwiha roja înê jî 90 ciwan ji bajarê Qamişlo tevlî YPGê bûn. Piştî ku YPGê tugaya xwe ragihand, di çapemeniya Tirkiyê de hat gotin ku ev gaveke ji bo dewletbûnê. Li hemberî van pêşketinan jî artêşa Tirkiyê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê leşkeran kom dike.

Rudaw
Top