Serokatiya hikûmeta Kurdistanê mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî êzidiyên cîhan û Kurdistanê dike
Seroktiya hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe a roja 06.10.2012ê de dibêje:
Bi minasebeta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî xûşk û birayên kurdên êzidî li Kurdistanê û li her cîyekî lê bin dikîn. Em hêvîdar în ku, cejna Cemayê cejna xweşî, şadî û cejna xurtbûna pêkvejiyana bi aşitî di navbera tev ol, mezheb û neteweyên Kurdistanê û cîhanê de be. Cejneka aram û pir xêr û xweşî bo xûşk û birayên êzidî dixwazîn û hemû rojên wan her cejin û şadî bin.