• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jêrazî Mamosta Mela Hemdî Selefî kir

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jêrazî Mamosta Mela Hemdî Selefî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdara xwedê jêrazî Mamosta Mela Hemdî Selefî

Silavên xwedê li we bin

Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawiya zanayê olî û kesayetiyê civakiyê diyarê Kurdistanê û Pêşmergeyê şoreşa Mezina Eylul û nivîskar û lêkolîner xwedê jêrazî Mamosta Mela Hemdî Selefî gihîşt min û ji kurahiya dil ve min xemgîn kir.

Bi vê xemgînî û nexweşiyê ve pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim û ji kurahiya dil ve hevxemiya xwe bi we û hemû zana û mamostayên olî û nivîskarên gelê me re radigihînim.

Bêguman koça dawiya xwedê jêrazî xesaretekî mezine ji bo gelê me, ji ber ku Mamostayê koçkirî xwedî bîr û pênûsekî diyar û çendîn berhemên bi hêze, li warên nivîsîn û lêkolînên alî ve remzeke diyar bû. Ji bo wê yekê ji aliyê min ve herdem cihê rêz û teqdîrê bûye.

Rehmet li giyanê paqijê Mamosta û ji xwedayê mezin hêvîdarim wî bi bihûşta xwe şad bike û sebirê bi hemû aliyek bibexşê û ji hemû derd û xeman jî we bi dûr bigrê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)



Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06/10/2012
Top