• Saturday, 18 May 2024
logo

10 kesên Kurd bûn qurbaniyên bombebaranên firokên Esed

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
10 kesên Kurd bûn qurbaniyên bombebaranên firokên Esed
Li gor ajansa Firat a beşê Erebî, firokên cengî yên rêjîma Beşar Esed otombêlek rêwiyan ku ji Heleb diçû bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê li nêzî devera Tamora ya nêzî Dêr Cimêlê bombebaran kir ku di encam de gelek kes bûne qurbanî.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye kesên canê xwe ji dest dane evin:

1-Yasmîn Omer, zewiciye û dayîka 2 zarokan e.

2-Mistefa Mislim Ebdulhemîd ji gunê Mela Xelîl e.

3-Ebdulrehman Omer sala 1975 li gundê Berbenê ji dayîk bûye.

Kesên birîndar jî bûne jî evin:

1 – Çinar temena wê 3 salî ye û ji gundê Mbata ye.

2- Rêvan temenê wê 2 salî ye û ji gundê Mabata ye

3- Hesen Ehmed Reşîd ji gundê Raco ye.

4-Nîhad Bekir sala 1980 li gundê Qerqîn a Biçûk ji dayîk bûye.

5- Wîlka Omer sala 1987 li gundê Mabata ji dayîk bûye.

6- Zeyneb.

7-Ehmed Reşo sala 1963 li gundê Şêxotka ji dayîk bûye.

Xendan
Top